Herî zêde di Meha Tebaxê de rewşên revandin û binçavkirinê pêk hatin

AFRINPOST-TAYBET

Li herêma Efrîna dagirkirî, meha Tebaxê ji ber hejmara zêde ya revandin û binçavkirinê rekorekê tomar dike.

Li gorî nûçegihanên Afrinpostê û dezgehên din ên ragihandin û hiqûqî, hejmara welatiyên ku di meha Tebaxê de hatine revandin û binçavkirin gihîşt 96 kesan. Lê dîsa jî ne hejmareke giştî ye. Ji ber ku bi dehan ji welatiyên Kurd tê revandina û ji ber nebûna qanûnê û tolhildana milîsan ji kesên ku agahiyan di vê derbarê derdixin derve her wiha atmosfera tiresê, nayên belgekirin.

Li bajarê Efrînê û gundewarê wê bi dehan ji Kurdan bi temên cuda çi biçûk dibin û çi jî mezin, çi jin û çi jî kalemêr, bi armanca bidestxistina pereyan ji xwediyên wan tên revandin.

Di vê çarçoveyê de rêxistineke mafên mirova ya Efrînê ragihand ku endamên istixbarata Tirkî bi kordîneya li gel çekdarên milîsên “polîsên leşkerî” li navçeya Cindirêsê sibeha Yekşemê 30’yê Tebaxê, bi ser gundê Çûlaqa yê navçeyê de girtin û di nav de kalemêr, hinek şêniyên gund bi bihaneyên çêkirî wek danûstandina li gel Rêveberiya Xweser û tevlîbûna nava hêzên xweparastinê û bi armanca bidestxistina pereyan revandin û birin cihekî nediyar.

Şêniyên ku hatine revandin ev in;

Kemal Mihemed Emr Şêxo 80 salî

Ebid El-Ruhman Xelîl Emr Seydo 80 salî

Ebid El-Ruhman Mihemed Emr Reşo 75 salî

Rustem Ize Emr Rîhane 45 salî

Hemze Ehmed Emr Reşo 45 salî

Ehmed Nebî Emr Reşo 40 salî

Tê zanîn ku beriya niha jî endamên istixbarata Tirkî û milîsên “polîsên leşkerî” bêtirî 15 şêniyan ji gund di nava her du mehên dawî de revandin.

Related posts