Milîsên “polîsên leşkerî” 14 termên kuştiyan ji gundê Emara yê Mabetayê derxistin

Afrinpost-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” aliyê ewlehî li gundê Emara yê navçeya Mabetayê roja Şemiyê radestî milîsên “Ceyş El-Nuxbe” yên li gundê Şêxûtka kir.

Ev biryar piştî ku sûc û binpêkirinên koma beriya wê aşkere bû, hat standin.

Milîsên “polîsên leşkerî” piştî ku 3 çekdar li xwe mukur hatin, 14 term hatibûn binaxkirin li cihên cuda yên gundê Emara dîtin.

Li mala welatiyê Kurd Emîn Mecîd ku niha bavê sermilîs “Xalid Ismaîl Zûhêr” desteser kiriye û ji Sehil Xab e, 2 term hatin dîtin. Her wiha li baxçeyê ku li kaşê xaçerêya gundê Emara dikeve, 3 term hatin dîtin. Lê zêde li mala welatiyê Kurd Menan Amkî ji aliyê hinek çekdaran ve hatiye dagirkirin 2 term ku yek yê kurê “Eqîd Amar” bû, hatin dîtin.

Milîsên “polîsên leşkerî” 13 çekdar ji milîsên “Ceyş El-Nuxbe” yên ku gundê Emara dagir kirine, bin çav kirin. Ji nava wan 3 çekdaran derbarê kuştina 14 kesan de li xwe mukur hatin û nasnameyên din jî nehatin naskirin.

Tê tercîhkirin ku piraniya terman ên heman milîsê bi xwe bin û di çarçoveya tesfiyekirina hev du de hatibin kuştin. Girêdayî wê û tevî ku yên ew sûc kirine hatin binçavkirin, hêjî milîsên “polîsên leşkerî” nasnameya qurbaniyan aşkere nekirine.

Toreya milîsên ku ew sûc kirine, piştî ku keça Kurd a negihîştî bi navê Selwa Şaşo14 salî revand, aşkere bû. Yên destên xwe di sûcên revandin û kuştinê de hene wiha ne; Yê bi navê “Xalid”, ew li ser koma li gundê Emara disekine û lêpirsîner e.

Yê bi navê “Emîn û Hemewî” ku her du jî li gund sermilîs in.

Related posts