Çekdarên dagirkeriyê xortekî Kurd ji şêniyên gundê Axcelê revand

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku çekdarên milîsên Ixwanî, beriya du rojan xortekî Kurd bi navê Xelîl Ibrahîm Necar(21salî) ji şêniyên gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê revand û bir cihekî nediyar.

Di nava meha Tebaxê de pêngavên binçavkirin û revandinê bi rengekî zordar û bê sedem li herêmê zêde bûn û armanca wan a sereke jî bidestxistina pereyan ji xwediyê kesên revandî ye.

20’ê Tîrmehê dewriyeyeke milîsên “polîsên leşkerî” li navçeya Raco, mixtarê navçeyê Xelîl Osman Bekir bi nasnav “Ebû Ibrahîm” (48salî) bin çav kir û di ser binçavkirina wî re bêtirî mehekê derbas bûye ku tawana ji wî re hatiye arastekirin hatiye naskirin û çarenûsa wî jî ne diyar e.

Girêdayî hema çarçoveyê, 30’ê Hezîranê istixbarata Tirkî bi kordîneya li gel milîsên “polîsên sivîl” li gundê Dargirê yê Mabetayê bi ser hejmareke malên Kurd de girtin û ew jî wiha ne; 1- Îmad Hisên Qadir 2- Ebdo Mihemed Abdullah 3- Mihyedîn Elîko  4- Cemal Umer Elîko 5- Sebrî Ehmed Mihemed

Welatiyên Kurd ên bi navê Îmad Hisên Qadir, Cemal Umer Elîko û Ebdo Mihemed Abdullah piştî ku fidyeyên malî 400$ dan, hatin berdan. Her wiha welatî Mihyedîn Elîko û Sebrî Ehmed Mihemed hêjî binçavkirî ne û çarenûsa wan ne diyar e.

Related posts