Armanca dagirkeriya Tirkî bîrdoziya tundrawiyê li Efrînê belav bike

AFRINPOST-Taybet

Li vê dawiyê li ser sosyal Medya hat belavkirin ku saziya “ Te-axî Bîla Hidûd” ku Ixwan Mislimîn li pişt wê ye, li navçeya Mabetayê dest bi rêxistinkirina dewreyên perwerde û semînerên olî kiriye.

24’ê Tîrmehê dewreyeke derbarê bingehên zanista olî ragihand. Dewre dê taybet ji bo jinanan be, wê 4 mehan dirêj bike û li ser 2 astan û her astek jî 6 made ne.

Beriya demekê jî heman saziyê dewreyeke derbarê “ Ehwal Şexsiyê” bi rê xistin kir û beriya wê bi serenava “rola jinê di civakên nûjen de” bi beşdariya hejmareke jinên penaber ji Xûtaya Rojhilat û 15’ê Berfanbara 2018’an bi dawî bû.

Dewleta Tirk piştî ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dagir kir, propagandaya wê saziyê kir. Bi rêya wê saziyê alîgirên xwe zêde kirin her wiha bi rêya propagandeyên olî bi hejmarên mezin çekdar komî ser hev kirin û niha li gorî berjewendiyên xwe li herêmê dide şerkirin.

Related posts