Bazirganekî Kurd ji Xelnêrê û welatiyekî Ereb jî ji Kokebê hatin revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, welatiyekî Ereb bi navê Ehmed El-Hedîdî (36salî) ji şêniyên gundê Kokebê, ji mala wî ya li taxa Efrîna kevn li dorhêla mizgefta şêx Şewax roja Şemiya borî 22’yê Tebaxê revand.

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêmê ragihand ku welatî Ehmed bi bihaneya ku dema Rêveberiya Xweser derdiket nobedariyê hat revandin û ji eşîreya Umêrat e.

Girêdayî heman çarçoveyê endamên istixbarata dagirkeriyê pev milîsên “polîsên leşkerî” 13’ê Tebaxê welatiyekî Kurd bi navê Mihemed Qere bin Mamedî bi nasnav “Ebû Rênas” (55salî) ji şêniyên gundê Xelnêrê yê bi ser bajarê Efrînê ve revand.

Nûçegihanê Afrinpostê li herêmê da zannî ku milîsan şênî ji firoşgeha wî ya bazirganiyê ya li sûka hal a kevn a bajarê Efrînê revand û bir cihekî nediyar.

Related posts