Koçbereke Efrînî li Şehbayê bi Koronayê jiyana xwe ji dest da

AFRINPOST-Taybet

Îro li herêmên Şehbayê koçbereke Kurd bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest da.

Navê jina ku jiyana xwe ji dest daye, Zekiye Hesen (75) salî ji şêniyên gundê Hesen yê navçeya Raco ye. Ji derdora du sal û nîvan ve li Şehbayê dijiya.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê hejmara kesên ku bi Koronayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 5 kesan.

Bi giştî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên bi koronayê her ku diçe zêde dibin ku tenê li Şehbayê hejmar gihîşt 37 rewşan.

Li gorî desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ji wan 21 baş bûne.

Related posts