Hefteyek di ser revandina şêniyekî ji gundê Şerqiyê yê Bilbilê re derbas bû

AFRINPOST-Taybet

Welatiyekî Kurd bi navê Fûad Elî Kirdancî ku bi “Fûad Ebû Elî Roz” naskirî ye, ji şêniyên gundê Şerqiya yê navçeya Bilbilê ji hefteyekê ve wenda ye.

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeyê ragihand ku “Ebû Elî Roz” nêzîkî hefteyekê nediyar e. Tê tercîhkirin ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ku bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, ew bi armanca bidestxistina pereyan revandibe.

Şênî di dirûngehekê de li têketina rojhilat a bajêra Efrînê dixebite.

Li gorî nûçegihan şênî “Ebû Elî Roz” li kolana “Fîl” a taxa Eşrefiyê dijî, demeke berê ji aliyê milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ve  hatibû revandin û 11 mehan di zîndanê de mabû.

Related posts