AFRINPOST-Taybet
Milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Yekşemê, 5 binçavkiriyên Kurd ku roja Pêncşema borî 20’ê Tebaxê li gundê Çûlaqa yê Cindirêsê binçavkiribûn, beramberî dayîna fidyeyan berdan..
Li gorî çavkaniyên Afrinpostê her kesekî binçavkirî 850 Lîreyên Tirkî dan milîsên “polîsên leşkerî” heta ku ew berdan.
Milîsên “polîsên leşkerêniyên bi navê Hisên Ebid El-Ruhman 68 salî(Mixtarê gund), Izet Mihemed Osman 58 salî, Xelîl Izet Osman 23 salî, Mistefa Elûş 46 salî, Osman Mihemed Reşo 65 salî, Ferîde Ebdo 35 salî(tenê ew di heman rojê de hat berdan) û yên din jî îro piştî dayîna fidyeyê hatin berdan.