Li Şehbayê pêketiyekî din ê bi Koronayê jiyana xwe ji dest da…rewşên başbûn û pêketinê dewam dikin

AFRINPOST-Taybet

Roja Yekşemê li herêmên Şehbayê pêketiyekî din bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên dawî hejmara miriyên bi koronayê digihêje 4 kesan, her wiha 12 kesên nû pê ketin û 3 kes jî ji vîrûsê baş bûn.

Beriya bêtirî du hefteyan vîrûsa Koronayê li herêmên Şehbayê belav bû ku li wir bi deh hezaran ji şêniyên resen û koçberên Efrînê lê dimînin.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê li Şehbayê hejmara miriyan bi yê îro ve gihîşt 4 kesan, hejmara pêketiyan jî piştî 12 rewşên îro gihîşt 43 kesan her wiha 3 kes jî bi giştî ji vîrûsê çêbûn.

Li herêmên Şehbayê şaneya aloziyê ya herêma Efrînê ji ber belavbûna vîrûs li gund û navçeyên herêmê qedexeya derketina derve bi şêweyekî navînî li ser herêmê sepandiye. Her wiha di jiyana rojane de şênî devpuşkan û bi paqijiya takekesî pabend in.

Related posts