AFRINPOST-Taybet
Hêjî çarenûsa welatiyê Kurd Elî Bekir Adil ê 50 salî ku ji aliyê milîsên “Muntesir Billah” ve di 3’ê Tîrmehê de hatibû revandin, ne diyar e.
Milîsan ew ji mala wî li gundê Mamila yê navçeya Racoyê hat revandin.
Komeke çekdar ji milîsan bi serkêşiya “Ebû Cerah” bi ser mala Elî de bi hinceta pêkanîna lêpirsînê girtibû û biribû navenda xwe li gund.
Heta niha çarenûsa wî jî ne diyar e.
Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn revandina şêniyên Kurd li herêma Efrînê kirine karek. Bi rêya wê pereyan ji xwediyê kesên revandî dibin û debara jiyana xwe bi vî rengî dikin.
Her wiha bi van binpêkirin û sûcan dixwazin Kurdan ji herêmê koçber bikin û guhertina demografî bi giştî pêk bînin.