AFRINPOST-Taybet
Ji aliyekî ve çekdarên milîsên Îslamî diçin şerê Lîbya da ku li kêleka milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin û ji aliyekî din ve jinên wan dibin para kerxaneyên ku bi demê re her zêde dibin.
Belê …. Ev rewşa bajarê Efrînê ye. Kiryarên çekdarên Îslamî rojane li ber çavan bi rengekî aşkere tên raxistin.
Piştî ku hejmarên zêde yên çekdarên milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn û dagirkeriya Tirkî ku bi navê “Ceyş El-Hur naskirî” ne, ji bo şerê li Lîbya hatin rêkirin da ku li gel miklîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya sûrî şer bikin, kerxane li bajarê Efrînê û bi taybet li taxa Mehmûdiyê zêde bûne.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku dema çekdar diçin şerê Lîbya, jinên wan bi tenê dimînin, di encama vê yekê de kerxane zêde dibin.
Nûçegihan destnîşan kir ku niştedagîreke Helebî ku piştgiriya xwe ji sermilîsên mezin û bi bandor digire, li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê kerxaneyek vekir û 200 jinên niştedagîr ên ku hevserên wan çûne Lîbya, diçin wê kerxaneyê her wiha çekdarên Îslamî bi xwe jî rojane diçinê.
Li herêma Efrîna dagirkirî, piştî ku Adara 2018’an de ji aliyê dagirkeriya Tirkî û milîsan ve hat dagirkirin, diyardeya fihûşê li Efrînê derket holê û her ku diçe zêde dibe. Ew kerxane bi giştî ji aliyê sermilîsan ve tên birêvebirin.
Afrinpost 12’ê Tîrmehê jî karîbû hejmara kerxaneyên ku ji aliyê sermilîsên Îslamî ve li taxên Efrînê hatine vekirin, bi dest bixe.
Çavkaniyên Afrinpostê li hundirê bajêr wê demê ragihandin ku 10 kerxane li taxa Mehmûdiyê, 20 li taxa Eşrefiyê û 7 jî li taxa Zîdiyê vekirî ne û dibe ku ji wê zêdetir bin.