Nûkirî ye… Hejmara kesên binçavkirî li gundê Ereb Şêxo gihaşt 16

AFRINPOST-Taybet

Wek berdewamiya nûçeya ku Afrinpostê Çarşemê derbarê pêngava binçavkirinê li gundê Ereb Şêxo belav kiribû, roja Yekşema borî 16’ê Tebaxê, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku li gorî agahiyên nû bi dest xistine, hejmara şêniyên gund ên binçavkirî 16 in û ji wan navên 6 kesan bi dest xwe ve anî.

Li gorî nûçegihan navên wan 6 kesan wiha ne; Mihemed Mihemed, Hesen Mihemed Eyûb, Cemal Ebdo Ebûş, Elî Ebdo Ebûş, Mihemed Ebdo Ebûş, Fûad Ebid Mihemed

Nûçegihan da zanîn ku şêniyên gund bi tuhmetên çêkirî wek danûstandina li gel Rêveberiya Xweser hatin binçavkirin.

Milîsan beramberî berdana wan fidyeyeke malî bi qasî 300-500 lîreyên Tirkî li ser xwediyên wan ferz kirin. Xwediyên kesên binçavkirî neçar man ku fidyeyan bidin da ku kurên wan berdin.

Xuya ye ku armanca binçavkirina şêniyên Kurd bidestxistina pere, xizankirin û birçîkirin e û di deman demê de bi qasî ku dikarin Kurdan ji herêmê bidin koçberkirin, e.

Related posts