Şaneya aloziyê navçeya Ehrezê ji bin çavdêriya tenduristî derxist

AFRINPOST-Taybet

Şaneya aloziyê ya herêma Efrînê biryar da ku navîeya Ehrezê ya herêmên Şehbayê bi giştî ji Karantînayê derxin.

Biryar piştî ku hat teqezkirrina ku ti rewşên koronayê li navçeyê nine, hat girtin.

Mihemed Rîda Eloy ê 45 salî ji navçeya Ehresê ye, beriya wê ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber vê yekê şaneya aloziyê ya herêma Efrînê qedexeya giştî heyanî 14 rojan avêtibû ser navçeyê ku duh bi êvarê qediya û qedexe rabû.

Di vê derbarê de heta niha hejmara pêketiyên Koronayê li Şehbayê gihîştiye 29 kesan ji wan 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistinên Mirovî jî di vê derbarê de roja Duşemê 10’ê Tebaxê bang li dewletên cîhanê û rêxistina Neteweyên yekbûyî û Xaçesora Navdewletî kiribû ku alîkariyan ji bo koçberên li Şehbayê pêşkêş bikin û pêşî li vîrûsa Koronayê bigirin.

Related posts