Milîsên “Cebha El-Şamiyê” kalemêrekî Kurd ji gundê Mareskê revand û ji bo berdana wî jî 3 milyon L.S xwestin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn beriya 2 hefteyan, destpêka meha Tebaxê welatiyekî Kurd ji gundê Mareskê yê naçeya Şera revand.

Nûçegihan teqez kir ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” ji xwediyê şênî Abdullah Ibrahîm Mihemed Elî (15 salî) fidyeyeke malî bi qasî 3 milyon lîreyên Sûrî beramberî berdana wî xwest û wiha dewam kir;

Eger xwediyên revandî Abdullah fidyeyê nedin milîsan, dibe ku rastî îşkenceyê were û heta were kuştin jî. Li gorî milîsan ew fidyeya herî kêm heta niha ye ku beriya wê fidye bi dolar dixwestin.

Milîsên dagirkeriya Tirkî ên bi navê “Cey El-Wetenî El-Sûrî, polîsên leşkerî, polîsên sivîl, emin siyasî” û yên din, ji dema ku herêma Efrînê dagir kirine siyaseta binçavkirin û revandinê derheqê Kurdên ku li Efrînê mane de dimeşînin.

Related posts