Milîsên “Lîwa Weqas” 3 welatiyên Kurd li gundê Hêkiçê yê Cindirêsê revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Lîwa Weqas” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Yekşema borî 9’ê Tebaxê 2020, 3 welatiyên Kurd ji malên wan li gundê Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê ya dagirkirî revandin û birin cihekî nediyar.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê ragihand ku yên revandî navên wan wiha ne; Mihemed Sebrî (58 salî), Fewzî Sebrî (56salî), Hesen Sebrî (49 salî) û destnîşan kir ku milîsan beramberî berdana wan fidye ji xwediyên wan xwestin.

Istixbarata Tirkî 12’ê Tebaxa 2020’an pêngaveke binçavkirinê yeke berfireh li bajarê Efrînê bi bihaneya peywendiya wan li gel QSD’ê pêk anîn. Di encama pêngavê de 17 welatiyên Kurd di nav de 3 welatî li herêma pîşesaziyê bin cav kirin.

11’ê Tebaxê jî “polîsên leşkerî û sivîl” ên dagirkeriya Tirkî bi sibehê 11 welatiyên Kurd li gundê Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê revandin û birin cihekî nediyar û navên wan jî wiha ne;

1- Ehmed Bekir kurê Elî û Fîdan 60 salî

2- Necim El-Dîn Betal kurê Izet û Fîdan 65 salî

3- Mihemed Nûrî Seydo kurê Şêxmûs û Zelûx 60 salî

4- Îsam Mihemed kurê Mûsa û Xaca 31 salî

5- Mistefa Seydo kurê Şêxmûs û Zelûx 50 salî

6- Es-ed Xelîl Mûrad kurê Henan 60 salî

7- Nûrî Mistefa Bekir kurê Fatme 65 salî

8- Şêxo Ebdo Oso kurê Elîf 65 salî

9- Fayiq Sebrî Mûsa kurê Ferîde 35 salî

10- Ebdo Xelîl Ebas 70 salî

11- Mihemed Beşîr kurê Ferîde 70 salî

Related posts