AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şêrawayê ragihand ku çekdarên milîsên “Feyleq El-Şam” û Ixwan Mislimîn êvara Pêncşemê kalemêrekî Êzdî ji şêniyên gundê Şadêrê yê navçeya Şêrawayê, ji ber bac neda, kuşt.
Nûçegihan diyar kir ku milîs bi ser mala welatiyê Kurd Nûrî Cimo Umer Şeref (63 salî) ji gundê Şadêrê de derdora saet 09:00 girt û guleyek li serê wî xist ku rasterast mir û wiha dewam kir;
3 çekdaran beriya demekê hatin mala şehîd Nûrî û ji wî xwestin ku bac bide.
Beriya wê milîsan bihîstibû ku welatî parçeyeke erdê xwe yê çandiniyê firotibû. Welatî Nûrî guh neda milîsan û bac neda, piştre ji mala wî derketin û piştî çend rojan gef bi vî rengî lê xwarin; “an bacê bide, an jî mafê te guleyek e”
Duh bi şev milîsan gefa xwe pêk anîn û ew kuşt. Ş. Nûrî beriya ku were kuştin, ji aliyê heman milîsan ve hatibû revandin û piştî ku fidyeya malî 8000$ da, hat berdan.