AFRINPOST-TAYBET
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku gelek çekdar li vê dawiyê ji milîsên “Sultan Mûrad” û “Ehrar El-Şerqiyê” û “Firqeya 23” veqetiyan û tevlî “Ceyş El-Îslam” bûn.
Nûçegihan diyar kir ku 8 çekdar ji milîsên “Sultan Mûrad” veqetîn û tevlî “Ceyş El-Îslam” bûn. Ji nava wan kesên bi van navan hatin naskirin û ew jî ev in “Ebid El-Ruhman”, “Mistefa”û “Ebû Qusey” in û wiha lê zêde kir; çekdarên din ji nava milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” û tevlî “Ceyş El-Îslam” bûn û wiha dewam kir;
Çekdarên milîsên “Firqeya 23” jî tevlî “Ceyş El-Îslam” dibin û bi taybet piştî ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” êrîş birin ser navendên wan li Efrîn û Ezazê kirin her wiha wê demê sermilîsê wan bi navê “Ebû Semîr El-Kul” jî hat binçavkirin û bi giştî firqe heliya.
Li gorî nûçegihan sedema veqetîn û tevlîbûna çekdaran a “Ceyş El-Îslam” ew e ku ew çekdarên xwe ji çûna şerê Lîbya neçar nake. Her wiha mûçeyên wan ji milîsên din bêtir in.
Li gorî çavkaniyan hejmara çekdarên ku ji milîsên “Sultan Mûrad” veqetiyan e gihîşt 10 tabûran û 3000 çekdar dihewîne ango bêtirî nîvê hejmara çekdarên milîsan ku hejmara wan a giştî 6000 çekdar e.