Milîsên Ixwanî 4 darên 110 salî li gundê Zarê birîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan mislimîn li gundê Zarê yê navçeya Bilbilê ya gundewarê Efrînê ya dagirkirî 4 darên temen-mezin birîn, xwediyê daran jî êrîşî navenda milîsan kir.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Bilbilê ragihand ku milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” 4 darên şêniyê Kurd Azad birîn.

Nûçegihan da zanîn ku welatî Azad çû nava erdê xwe û her 4 darên ku temenê wan vedigere 110 salan birî dîtin, bi ser wan de girî û ji dilsojiya xwe re xeber ji milîs û dagirkeriyê re gotin.

Her wiha Azad êrîşî navenda milîsên “Sultan Mûrad” kir û ji wan pirsî we çima dar birîn, çekdaran bersiv da û gotin ji ber ew dar ên me ne.

Milîsên Îslamî daran bi armanca bidestxistina êzingan û firotina wan dibirin. Di vê derbarê de milîsên “polîsên leşkerî” li navçeya Bilbilê û bi taybet li gundê Zarê bêserûber daran dibirin û bi vê yekê hewl didin dîrok û nasnameya herêmê wenda bikin.

Related posts