AFRINPOST-Taybet
Ji nû ve li gundekî herêma Efrînê ya dagirkirî dîmenên kişandî derbarê dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn ê bi navê Ceyş El-Wetenî El-Sûrî de hatin weşandin.
Armanc ji belavkirina dîmenên milîsan li nava gundê Efrînê, spîkirina rûyê wan û yê dagirkeriyê ye.
Kenala Heleb El-Yewm derbasî gundê Ereba yê navçeya Mabetayê bû û dîroka gund berevajî da nasîn.
Yek ji rastiyên ku kenalê bi zanabûn ragihandiye, ew e ku hejmara şêniyên gund derdora 2000 û niştedagîrên ku gund dagir kirine, şêniyên gund ên resen in. Lê belê di rastiyê û berî şerî şerê li Sûriyê rûdaye, hejmara şêniyên gund 3300 derbas dikir û niha malbatên niştedagîr û milîsan gund dagir kirine.
Derbarê axaftina li ser rewşa jiyanî jî, kalemêrek axivî ku ew gelek zehmetiyan dikişînin. Girêdayî şert û mercên zehmet ên jiyanî, firoşkarekî ji gund got ku kesên ji cem wî tiştan bi deyn dikirin, deynê xwe nadin. Firoşkar newêrî ku bibêje deyndar niştedagîr in. Ji ber ku şêniyên Kurd tiştan bi deyn nakirin û eger kirîn jî ji ber surişta têkiliyên nasbûnê deynê xwe didin.
Derbarê navê gund de jî, kenalê şaştiyeke dîrokî bi zanabûn ragihand ku hewl da bibêje gund esasî wî Erebî ye. Ji navê wê re Ereb Oşaxî bi wateya lawê Ereban kenal dibêje ku hinek şivan ji çiyayê El-Hes hatin gund û lê man. Ew şivan Ixwan in, yek ji wan jinek ji herêmê bir û li wir ma.
Lê belê li gorî şêniyên gund ên resen çîroka gund wiha ye;
Kesek bi navê Hemşelek xwediyê gund bû, li şûna gund erdekî xwe yê çandiniyê hebû û li ba wî karkerên Ereb hebûn. Hemşelek ew li şkeftên ji bo niştecihiyê derbasdar bûn bi cî kirin û li wir man, piştre ji xwe re xanî ava kirin. Ji wê çaxê û şûn de navê gund bû Ereb Hemşelek ango Erebên Hemşelek ên ku wek karker ji wî dixebitîn û piştre gund bi Kurdan şên bû.