AFRINPOST-Taybet
Firotina milkên şêniyên Efrînê yên koçber ji bo pêkanîna gelek armancan dewam dike.
Di serî de dagirkeriya Tirkî dixwaza guhertina demografîk pêk bîne û bi rêya firotina erd û malan bo niştedagîran, niştedagiriyê bipeyitîne.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ji bajarê Efrînê ragihand ku çekdarên ji milîsên “Lîwa Mutesim” erdekî çandiniyê bi rûpîvana donimekî bi 4 milyonan firot niştedagîrekî Idlibî ji koma “Ebû El-Welîd(El-Mutesim)”. Erdê firotî yê rihmetî Mehmûd Keleş ji şêniyên gundê Qîbarê ye.
Erd li dorhêla Qûsa bajêr (têketina rojhilat ê bajarê Efrînê) dikeve. Heman komê bi xwe 2 malên welatiyê koçber Mihemed Şêx Hemze ku malek bi 700$ û ya din jî bi 400$ firotin niştedagîrekî ji Humsê.
Tê zanîn ku koçberê Kurd Mihemed Şêx Hemze li herêmên Şehbayê dima. Piştî ku agahdar bû ku her du malên wî roja Duşemê 10’ê Tebaxa 2020 hatin firotin, ji behcînê re jiyana xwe ji dest da.
Di heman çarçoveyê de çekdarekî ji milîsên “Ceyş El-Îslam” mala koçberê Kurd Selah Mehmûd Hebîb bi 400$ firot niştedagîrekî ji Hemayê. Mala wî li gundê Turindê, pişt şirketa kehrebê dikeve.
Her wiha çekdarên milîsên “Lîwa Şemal”(ji bajarokê Heyanê) xaniyê erebî yê welatî Zafir ku li nêzîkî nanpêjgeha kade û kulîçeyan li çerxerêya gomecî Karo dikeve bi 800 $ firot niştedagîrekî Idlibî.
Ji bo dagirkerî firotin û kirîna mal û milkên Efrînê rewa bike, dagirkeriyê biryar da ku ji nîvê kanûna 2019’an(berfanbar) firotina erd û malan ji aliyê daîreyan belgekirina erdan a meclisa navxweyî ya dagirkeriyê ve, piştî derbaskirina belgeyan di ofîsên mixtaran re tê erêkirin.