17 Kurd li Efrînê hatin binçavkirin û navendeke milîsan ji ber çûyîna hemû çeteyên wê bo Lîbyayê hat girtin.

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li naveda herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku istixbarata Tirkî bi zordestî pêngaveke binçavkirinê yeke berfireh derheqê Kurdan li bajarê Efrînê pêk anî.

Pêngava binçavkirinê bi tawana têkiliyên wan bi şaneyên veşartî yên QSD’ê re hene, pêk hat, lê belê di rastiyê de zordestiya dagirkeriyê li ser şêniyên Kurd e.

Di encama pêngavê de 17 welatiyên Kurd di nav de 3 welatî ji herêma pîşesaziyê ya bajêr bûn, hatin binçavkirin. Nûçegihanê Afrinpostê nikarî navên yên binçavkirî belge bike.

Wezareta Parastinê ya dagirkeriya Tirkî duh roja Sêşemê ragihand ku 19 kes bi idîaya ku ew endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) in girtin. Ji têgîna “Şaxa Zeytûnê” ango navê operasyona dagirkirina Efrînê, hat destnîşan kirin ku ji nava wan 17 kes li Efrînê hatin girtin.

Hemwextî hemleyên dagirkeriya Tirkî derheqê Kurdan de li Efrînê, milîsên Ixwan Mislimîn ku tenê ji bo pereyan şer dikin, di şandina çekdarên xwe bo Lîbyayê de  dewam dikin.

Heta niha milîsên “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” zêdetirî 17300 çeteyên xwe şandine şerê Lîbyayê.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêmê ragihand ku milîsên “Lîwa Sultan Mihemed El-Fatih” navenda xwe li avaniya “Mesrif Zîraî” yê berê bi giştî girt.

Ji ber ku hemû çekdarên xwe yên navendê şandin Lîbyayê. Tê zanîn di navendê de 40 çekdarên wan hebûn.

Related posts