Rêveberiya nexweşxaneya “El-Menar” li bajarê Efrînê zimanê Kurdî li nexweşxaneyê qedexe kir

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çackaniyên xwe agahdar bû ku rêveberiya nexweşxaneya El-Menar li vê dawiyê biryarek derxist.

Li gorî biryarê axaftina bi zimanê Kurdî li nexweşxaneyê tê qedexekirin. Her wiha rêveberî cudahiyê dixe navbera karmendên Kurd û Ereb ku mûçeya wan a mehane ne wek hev in. Êdî mûçeya karmendên niştedagîr piştî derketina biryarê û şûn de dê ji yên Kurd bêtir be.

Çavkaniyan diyar kirin ku nexweşxane ji aliyê yê bi navê “Nîzar El-Medenî” ve tê birêvebirin. Ew doktor e û ji şêniyên herêma Xûta ye ku nahêle karmendên Kurd li nexweşxaneyê bi zimanê Kurdî bipeyvin. Lê zêde kesekî nijadperest e ku mûçeyên karmendên niştedagîr duqatî mûçeyên karmendên Kurd dide.

Li gorî çavkaniyan pisporî û jêhatîbûn li aliyekî, hemşîreyên niştedagîr(Ereb) 600 Lîreyên Turkî dibin û yên Kurd jî 360 L.T dibin.

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî nijadperestiyê weke rêbazeke astengkirinê  ya nû li dijî Kurdên li Efrînê man, bi armanca koçberkirina wan û pêkanîna guhertina demografîk bi kar tînin.

Related posts