Ji ber pevçûna di navbera çekdarên Ixwanî de pîrejinek şehîd bû û zarokek û mêrekî birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Li herêma Efrînê ya dagirkirî artêşa Tirk bi zanabûn dihêle ku milîs tevliheviyê derxin û ewlehî nemîne.

Li herêma Efrînê bi şêweyekî dorveger çekdarên milîsên Îslamî şerê hev dikin û rêzeteqînan pêk tînin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku îro pevçûnên tund di navbera 2 komên milîsên “Ceyş El-Şerqiyê” de derket.

Di encama pevçûnên wan de pîrejineke Kurd bi navê “Sebîhe Seydo Sadiq” ji gundê Dargirê şehîd bû. Her wiha ajokarek û zarokekî jî birîndar bûn. Şehîd Sebîhe hevjîna welatî Mihemed Umer Ebdo ji şêniyên gundê Xerabê Şera ye.

Şer di navbera wan de li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn a berê derket.

Şer li ser dijberiya li ser mafdariya desteserkirina maleke koçberekî Kurd li kolana di navbera çerxerêya Maratê û kolana vîlat de derket.

Rewşên şerê di navbera çekdarên Îslamî de bi şêweyekî dubare li Efrînê li ser dizî, talanî û desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê de derdikevin.

Related posts