Niştedagîr berhemên fistiqhelebî yên şêniyên gundê Qîbarê yê bajarê Efrînê talan dikin

AFRINPOST-Taybet

Niştedagîr û milîsên dagirkeriya Tirkî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî” naskirî ne, di dizî û talankirina berhemên çandiniyê ku jêdera sereke ya debara jiyana welatiyên Kurd li Efrînê ye, dewam dikin.

Plana dizî û talankirina mal û milkên Efrîniyan di çarçoveya xizan û birçîkirina Kurdan li Efrînê de di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de tê.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku niştedagîrên li gundê Qîbarê yê bi ser bajêr ve, berhemên fistiqhelebî ji baxçeyên li dorhêla kenala avê li başûr gund didizin.

Nûçegihan da zanîn ku baxçeyên fistiqhelebî yên şêniyên gundê Qîbarê ne.

Zevî û baxçeyên şêniyên gundewarê herêma Efrînê bi hemû cureyên wan rûbirû bi dizî û talankirina çekdar û niştedagîran re dimîne.

Beriya bi çend rojan 19’ê Tîrmehê milîsên “Feyleq El-Şam” bac 10% li ser berhema behîf û simaqê li ser şêniyên gundê Zerka, Kêla û Çûbana yên navçeya Bilbilê sepandin.

Related posts