Dagirkeriya Tirkî Kurdan li Efrînê bi dadgehên milîsan dixapîne û her sê mehan pereyan ji wan distîne

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û çekdarên milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ye, hemû rê û rêbazan di koçberkirina Kurdan ji herêmê bi kar tînin.

Yek ji rêbazên xapandinê yên herî diyar û balkêş ku dagirkeriya Tirkî bi kar tîne, bangî welatiyên Kurd ên berê di saziyên Rêveberiya Xweser dixebitîn dike ku bi hinceta çareserkirina rewşa wan, divê xwe radestî dadgeha sivîl a milîsên “polîsên sivîl” bikin. Piştî ku xwe radestî dadgeha milîsan bikin, dê garantiya darayî(malî) bidin da ku ti çekdar nêzî wan nebin.

Di vê derbarê de welatiyekî Kurd ji Afrinpostê re teqez kir ku wî baweriya xwe bi banga dagirkeriyê anî û berê xwe da dadgehê. Di dadgehê de li xwe mukur hat ku di dema Rêveberiya Xweser de di nava Hêzên Parastina Cewherî HPC de derdiket nobedariya şevê(hêzên ne şerî ne).

Di çarçoveya lêpirsînkirinê de 3 rojan li ba milîsan ma ku li dawiyê belgeyek ji dadgehê bir û 800 L.T weke belgeya garantiyê da û ew berdan û wiha welatî dewam kir;

Tevî ku min belge ji dadgehê bir, dewriyeyên milîsên “polîsên sivîl” bi şêweyekî dorveger tên mala wî û daxwaza garantiya malî 400 Lîreyên Tirkî dikin.

Ji beriya salek û nîv ji derbasbûna dadgehê û bidestxistina belgeya wê, 4 caran garantiyên malî dane û hêjî ditirse ku çekdar careke din werinê û garantiya malî jê bixwazin.

Her wiha rewşa wî ya jiyanî ji ber nebûna kar li Efrînê ber bi xerabiyê ve diçe.

Li gorî çavdêran banga çûna dadgehên milîsan, weke feqekê ji welatiyên Kurd re hat danîn da ku pereyan ji wan bistînin.

Li gorî çavkaniyê Afrinpostê dadgeha sivîl ku ji beriya salek û 8 mehan ve ava bûye, heta niha derdora 1000 welatiyên Kurd darizandiye. Her du sê heyvan careke din diçin gel kesên ku darizandine û bacan di bin navê garantiyên malî li ser wan disepînin.

Related posts