AFRINPOST-Taybet
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da zanîn ku welatiyê Kurd ê bi navê Ismaîl Elo Ismaîl bi nasnav “Ebû Enter” ji şêniyên gundê Xazyana Jêrîn ê navçeya Mabetayê roja Sêşemê 20’ê Tîrmehê, piştî pevçûnekê li gel çekdarekî li nava zeviyê wî yê simaqê şehîd bû.
Welatî Ismaîl berî ku jiyana xwe ji dest bide, berê xwe da nava erdê xwe yê simaqê li gund da ku berhema xwe ya simaqê biçine. Piştî ku gihîşt nava zeviyê xwe dît ku komeke çekdar berhema wî ya simaqê didizin, piştre bi wan re pev çû. Lê belê çekdaran heqaret li wî kir û ew ji nava erd qewitand. Ji ber vê yekê welatê ji xeyidînê re jiyana xwe ji dest da.
Şehîd Ismaîl Elo Ismaîl li bajarokê Cindirêsê, li kolana 16 li rojavayê sûka Hal a kevn dijî.
Ev ne cara yekê ye ku çekdarên Ixwan Mislimîn ên bi navê Ceyş El-Hur êrîşî kalemêrên Kurd dikin û derheqê wan de şaş dibin, e, rewşên bi vî awayî li herêmê dubare dibin.
25’ê Gulana 2020 di roja duyemîn a cejnê de kalemêrekî Efrînî bi navê Nezmî Reşîd Ikaş 64 salî ji şêniyên gundê Mosako yê navçeya Raco, ji ber ku niştedagîran pezên xwe li nava zeviyê wî yê zeytûnan diçêrand li hev dan û piştre bi kirîza dil ket û mir.