AFRINPOST-Taybet
Çekdarekî ji milîsên “polîsên leşkerî” di birîna darên zeytûnê yên gundên navçeya Bilbilê de berdewam e.
Çekdar daran dibire û piştî ku dike êzing difiroşe dikanên bazirganiyê ku bi sedan ji darên zeytûnê li pêşiya çavên leşkerên Tirk birîne.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê ragihand ku çekdarê bi navê “Ebû Xêr El-Neîmî” ji milîsên “polîsên leşkerî” darên zeytûnê li gundê Zehrê dibire, dike êzing û difiroşe.
Nûçegihan destnîşan kir ku çekdar 2 dikan ji bo firotina êzingan vekirine. Ya yekem li gundê Zehrê û ya din din jî li bajarokê Bilbilê ye.
Welatiyekî Kurd ji navçeyê ji nûçegihanê Afrinpostê re wiha got; Ez nizanim çekdar çi qas dar birîne û nizanim ên kê ne, lê belê teqez e, darên ku birîne bi sedan in.
Nûçegihan da zanîn ku çekdar her toneke êzing bi 130 hezarî difiroşe.
Nûçegihan wêneyên çekdarê bi navê “Ebû Xêr El-Neîmî” bi cilên milîsên “polîsên leşkerî” ku qaşo dagirkeriyê ew ji bo parastina ewlehiyê bi rêxistin kirin.
Ji dema ku herêma Efrînê hatiye dagirkirin bi sedan ji darên koçberên Efrînê hatine birîn û firotin.