AFRINPOST-Taybet
Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrînê ya dagirkirî, her tiştê ku bi ber çavên wan dikeve, çi taybet be û çi jî giştî be talan dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Raco ragihand ku çekdaran kabloyên baqirî ku li ber gundê Badîna, Qûbê û Berbenê qut bûne, didizin û piştre bi rêya navbeynkaran difiroşin kompanyayên elektrîkê yên Tirkiyê(ste energy). Kompanyayên elektrîkê yên dagirkeriyê jî bi wan kabloyan toreyên elektrîkê li taxa Zîdiyê ya bajarê Efrînê û yên li rêya Cindirêsê li bajarê Efrînê amade dikin.
Hemû kabloyên ku hatine birîn û niha çekdar didizin di dema êrîşên dagirkeriyê de li ser wan gundan sala 2018 hatin birîn.
Projeya amadekirina toreyên elektrîkê li herêma Efrînê di çarçoveya plana girêdana aborî û enerjî ya tevlîkirina Efrînê ji Tirkiyê re tê.
Li vê dawiyê gelek kompanyayên enerjiyê yên Tirkî bi rêya girêbestan li gel qaşo “meclisên navxweyî” yên ku dagirkeriyê li herêmê bi rêxistin kirin, derbasî herêmên gundewarê Helebê yên bakur bûn û dest bi kar kirin.
Herêmên dagirkirî bi eyaletên Gazî Întab, Kilîs û Hatayê ve tên girêdan. Dagirkerî dê erd bide kompanyayên Tirkî da ku li ser wê stasyonên germahiyê, avaniyên rêvebirinê û yên depokirinê avê lê zêde depoyên madeyên sereke wek têlên baqirî, aluminyûm(fafon) û kabloyên di erdê re ava bikin.
Dagirkeriya Tirkî di nîvê Berfanbara 2018’an dest bi projeya dirêjkirina toreyên elektrîkê kir ku şandeyek ji wezareta elektrîkê ya Tirkî hat herêma Efrînê û girêbestek îmze kir.