AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Polîsên Leşkerî” niştedagîrek ku wek çalakvanekî ragihandinê li herêma Efrînê ya dagirkirî dixebite, bi tawana lawazkirina hestên şoreşgerî û arandina li dijî dagirkeriya Tirkî tawanbar kir.
Çalakvanê tawanbarkirî li ser rûpela Facebookê postek belav kir û tê de çekdarên milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Hur” ji ber ku di derçûna dewreyeke leşkerî de alên Tirkiyê dan ser cilên xwe rexne kirin û weke koletî bi nav kir.
Niştedagîrê çalakvan bi navê “Mehmûd El-Dîmeşqî” roja Duşemê potek li ser rûpela xwe belav kir û tê de wiha dibêje: Ji ber ku Remezana borî min postek belav kiribû, sibe ez ê derkevin pêşiya dadweriya leşkerî.
Niştedagîrê çalakvan derbarê binçavkirina xwe de wiha anî ziman: “Ez bi şêweyekî ne rewa bin çav kirim, 4 rojan zîndan kirim jer wiha li min da û heqaret li min kirin. Ez bi ajantiya bi rêjîma Sûriyê re û lawazkirina hestên neteweyî tawanbar kirim û wiha dewam kir;
Fermandariya polîsên leşkerî li ser sosyal medya postek belav kirin û tê de teqez kirin ku di telefona min de dîtin ku çawa ez niştedagîran li dijî Tirkan diarînim û jinebiyan bi bihaneya karê mirovî şantaj dikim.