AFRINPOST-Taybet
Hêjî jinepîra Kurd bi navê “Mewlîde Naman” 62 salî ji aliyê milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ve bi bihaneyeke çêkirî ji salek û 3 mehan ve revandî ye.
Milîsên Îslamî yê dagirkeriya Tirkî ji bo berdana wê 4000$ wek fidye dixwazin.
Milîsên “Firqeya El-Hemze” pîrejina Kurd “Mewlîde Naman” di Nîsana 2019’an de bi peywendiya li gel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re tawanbar kir û piştre milîsan ew ji mala wê li gundê Bozîkê yê navçeya Cindirêsê li gundewarê Efrînê revand.
Yek ji nasên malbata Mewlîde ji malpera Afrinpostê re axivî û ev tişt anî ziman; niha pîrejin li zîndana El-Raî ye. Ew bi nexweşiya şekir, zexta xwînê û dil e û tevî wê jî milîs di zîndanê de wê îşkence dikin û wiha dewam kir;
Tevî ku ti tawan li dijî wê nîne, milîs ji bo berdeana wê 4000$ ji malbata wê dixwazin.
Her demekê Mewlîde bi malbata xwe re daxive. Lê belê tenê bi zimanê Erebî daxive. Her wiha wê neçar dikin ku bibêje milîs baş in da ku taybetiyeke baş li ser xwe nîşan bidin.
Milîs di bin navê “pêwîstiya pîrejinê bi pereyan heye”, fidyeyên malî ji malbatê dixwazin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:
Rewşa Mewlîdê ya tenduristî ne baş e, em daxwaz dikin ku were berdan.