AFRINPOST-Taybet
Çekdarekî milîsên dagirkeriya Tirkî 15’ê Tîrmehê bi kêran êrîşî dirûnkarekî Kurd yê naskirî “Ebid El-Qedîm Îbrahîm” kir.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, çekdarekî li ser dirûnkar Ebid El-Qedîm xwediyê dikana Rîvolî ya dirûtinê çiqasiyek ji dezî û ta pêşniyar kir û ji wî xwest ku biçe mala çekdar da ku li deziyan meyze bike.
Dema ku derbasî mala wî bû, çekdar bi boks û kêran ji nişka ve lê da lê belê dirûnkar Ebid El-Qedîm karî bireve û çû nexweşxaneyeke bajêr.
Dirûnkar gilî li dijî çekdar li ba milîsên “Şurta Medeniyê” vekir.
Piştre milîsan karî sûcdar bigirin, lê tiştê xuya bû ku êrîşa li dijî dirûnkar bi armanca şantaja malî pêk hat.
Niştedagîrekî ji gundewarê Şamê dikana wî ya dirûnkariyê li ser rêya Raco desteser kiribû ku li şûna karê dirûtinê, xwaringehekê di bin navê “Sil El-Şam”.
Hinek çalakvanan di Gulana 2018’an de wêneyên belav kirin tê de diyar dibe çawa niştedagîrên ku Tirkiyê li Efrînê boi cî kirinr, dikana qumaş ya dirûnkar Qedîm vediguherînin xwaringehê.