AFRINPOST-Taybet
Çekdarekî milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” yên dagierkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn êrîşî mizgeftekê li taxa Mehmûdiyê kir.
Berî ku êrîş pêk were, melayê mizgeftê xutbe dida û digot ku dizî heram e.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarekî bi ser mizgefta Ûsama Ebû Zayêd de girt û ti rêz û hurmet li ber ji nirxên olî re negirt û wiha dewam kir; Xuya ye ku gotin li kêfa çekdar nehat, ji ber vê yekê êrîşî mizgeftê kir û gef li mela xwar ku gotinên bi vî rengî nebêje û got ku tiştê ku li Efrînê dikin ne dizî ye, ew xenîme ne.
Welatiyekî di vê derbarê de anî ziman ku bûyer roja Îna derbasbûyî li mizgefta Mehmûdiyê bi melayekî ji gundê Qenterê yê navçeya Mabeta bi navê Hec Emîn pêk hat û wiha dewam kir;
Melayê mizgeftê soz da ku careke din xutbê li mizgeftan nede.
Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” yek ji milîsên ku bêtir li herêma Efrînê binpêkirin derheqê Kurdan de dikin in wek dizî, talanî û her wedî din.