AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku roja Yekşemê piştî nîvro teqemeniyek bi otomobîla sermilîsekî “Feyleq El-Şam” de teqiya.
Di encama teqînê de sermilîs hat kuştin û 12 niştedagîr jî birîndar bûn.
Li gorî nûçegihan teqîn li navîna Efrînê li nêzîkî pirê pêk hat û wiha dewam kir; armanca ji teqînê kuştina sermilîsê “Feyleq El-Şam” bi navê “Hisên Bedre” bû. Teqemenî di otomobîla wî de hatibû çandin û piştre bi de teqiya.
Ew 12 niştedagîrên ku di encama teqînê de birîndar bûn jî li gorî “gerînendetiya parastina sivîl” ya dagirkeriyê ev in;
– Mistefa Cuma Elyan 1999
– Mihemed Hisên Bedre 5 salî
– Isra Hisên Bedre 4 salî
– Ala Hisên Bedre 6 salî
– Tesnîm Zahir Bedre 4 salî
– Xalid Zahir Bedre salek û nîv
– Emanî Ehmed El-Hayik 21 salî
– Ela El-Şin 22 salî
– Zahir Ehmed Bedre 25 salî
– Mihemed Hilmî Reşîd 1994
– Mihemed Elî Qebanî 8 salî
– Xalid Hîcazî 42 salî
Piraniya teqînan di çarçoveya tesfiyekirina hesaban di navbera milîsan de li ser dizî, talanî, herêmên serweriyê, rêbend û bacan lê zêde di dema teqînan de dizî û talaniyê bi rihetî dikin.