AFRINPOST-Taybet
Ji beriya salekê ve ye, hinek welatiyên Kurd li gundên Efrînê ku tenê çend KM ji bajêr ve dûr in, ji tirsa revandinê re newêrin ji gundên xwe derkevin û biçin bajarê Efrînê.
Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Dilosoz(ne navê orîjînal e), ew ji gundekî herêma Efrînê ye got ku ji beriya salekê ve nikarîm biçim Efrînê û wiha dewam kir; rêbenda “polîsên leşkerî” li destpêka gundê Turindê û bi taybet ji bo ciwanan gelekî bi tirs e. Ev rêbend pirsên wek Tu Kurd î? Te leşkertî ji Rêveberiya Xweser re kiriye? Polîsên li ser rêbendê li bendê ne ku welatî şaştiyekê bikin da ku pereyan ji wan bistînin. Ji ber vê yekê ez naçim bajarê Efrînê.
Ji aliyê xwe ve jî ciwanê bi navê Xelîl(ne navê Orîjînal e) got ku ew derdora salekê neçûye bajarê Efrînê û wiha ji Afrinpostê re got:
Efrîn hatiye guhertin, ez naxwazim wan rûyên ku Efrîn dagir kirine, bibînim, ez newêrim biçim Efrînê ji ber ku ditirsim çekdar min birevînin û malbata min bi pereyan şantaj bikin, mixabin em nikarin biçin bajarê xwe Efrîn.
Ji aliyê xwe ve jî ciwana bi navê Barî(ne navê orîjînal e) ew jî ji salekê ve ye ji bajarê Efrînê dûr ketiye û nedîtiye wiha dibêje: “Ez ji binpêkirinên ku li Efrînê çêdibin gelekî ditirsim, teqîn rojane pêk tên û tirsa min a zêde ji revandinê heye.”