Ji bo berdana kalemêrekî Kurd milîsên “Mihemed El-Fatih” 100 hezar L.S dixwazin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Hur”, revandina şêniyên Kurd li herêma Efrînê ya dagirkirî bê navber dewam dikin.

Çekdaran revandina şêniyan ji xwe re kirine kar û pê debara jiyana xwe dikin. Her wiha bi vî awayî dixwazin Kurdan koçber bikin û guhertina demografîk pêk bînin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Lîwa Sultan Mihemed El-Fatih” kalemêrekî Kurd bi navê Subhî Ehmed Elo ji gundê Birîmce yê navçeya Mabetayê revand.

Piştî 2 rojan ji revandinê, ji malbata wî fidyeyeke malî bi qasî 100000 L.S xwest.

Hejmara welatiyên Kurd ên revandî di nava hefteyekê de gihîşt 12 welatiyan. Revandina şêniyên Kurd di çarçoveya pêngava biserdegirtin û revandinê de ku li tevahiya gundên herêma Efrînê destpê kiriye de tê.

Girêdayî heman çarçoveyê, hinek çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihandin ku 3 çekdarên milîsên “Siqûr El-Şemal” roja Sêşemê 14’ê Tîrmehê ji aliyê kesên nenas ve li gundê Sarîncekê yê navçeya Şera hatin kuştin.

Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku mayînek li aliyên bajarê Efrînê êvara Înê 17’ê Tîrmehê teqiya ku tenê zirarên madî çêbûn.

Li gorî çavdêran revandina Kurdan, şer û pevçûn, dizî û talanî û rêzeteqînên ku li herêma Efrînê ya dagirkirî pêk tên teqez dikin ku sîstema ewlehiyê ya çekdaran û dagirkeriyê nîne. Di encama wê de jî hem şêniyên Kurd û hem jî niştedagîr dibin qurbaniyên tevlihevî û kiryarên çekdar û dagirkeriyê.

Related posts