Milîsên “Feyleq El-Şam” bac 10% li ser berhemên behîv û simaqê yên sê gundên Bilbilê sepandin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Bilbilê yê gundewarê Efrînê ragihand ku milîsên “Feyleq El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bac li ser berhema behîf û simaqê li sê gundên herêmê sepandin.

Nûçegihan diyar kir ku milîsan ji şêniyên gundê Zerka, Kêla û Çûbana yên navçeya Bilbilê xwestin ku fatûreyên firotina berhemên behîf û simaqê şanî wan bikin da ku rêjeya 10% wek bac ji nirxê firotina berhemên wan bidin ofîsa aborî ya milîsan. Hemwextî wê jî çekdarên Îslamî û niştedagîr di talankirina berhemên behîv û simaqê de berdewam in.

Li gorî nûçegihan kîloyê behîvan bi 700 L.S tê firotin, nirxê kîloyê simaqê jî li sûka Hal digihêje 1700 L.S. Gundên navçeya Bilbilê û Raco bi zeviyên behîvan tên naskirin û simaq jî piraniya xwe li dora zeviyên zeytûnan hene.

Related posts