2 Sal û 4 meh di ser revandina welatiyekî Kurd ji gundê Mîdanekbezê re derbas bûn

AFRINPOST-Taybet

Hêjî çarenûsa welatiyê Kurd bi navê Mistefa Xelîl Îbo (27 salî) ji dema ku ji aliyê milîsên “Feyleq El-Şam” ên dagirkeriya Tirkî 18’ê Adarê 2018’an ve hatiye revandin, ne diyar e.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Raco ya herêma Efrînê ragihand ku welatiyê Kurd Mistefa zewicî û xwedî zarokekê ye, ew ji şêniyên gundê Mîdanekbezê yê navçeya Raco ye.

Çekdarên milîsên “Feyleq El-Şam” bi serkêşiya sermilîs “Selîl El-Xalidî” bi bihaneya peywendiya wî li gel YPG’ê, ew ji mala wî li gund revand û hêjî çarenûsa wî heta roja me ya îroyîn ne diyar e, tenê derbarê wî de hinek agahî tên ku ew di zîndana Raî ya gundewarê Helebê de ye.

Related posts