Ji bo vegerandina mala welatiyekî Kurd, sermilîsekî “Feyleq El-Şam” 50000$ xwest

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Raco ragihand ku sermilîsekî “Feyleq El-Şam” ê bi navê “Selîl El-Xalidî” ji bo valakirina mala welatiyekî Kurd li bajarokê Mîdanekbesê 50 hezar dolar xwest.

Nûçegihan teqez kir ku xwediyê malê piştî ku herêmê Efrînê hat dagirkirin, rasterast vegerî mala xwe.

Lê belê yê bi navê “El-Xalidî” li wî da û pev malbata wî ji malê qewitandin. Piştre mal desteser kir her wiha hinek seriyên pezê wî jê standin.

Ji ber vê yekê welatiyê Kurd neçar ma ku di maleke koçber de bijî.

Ji dema ku artêşa Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn ve herêma Efrînê dagir kirine, yê bi navê “Selîl El-Xalidî” ji bajarê Humsê, bi dehan ji malbatên Kurd ji bajarokê Mîdanekbes, gundê Xirab Silûk, Qerebaba û Firfirkê yên di bin kontrola dagirkeriyê de qewitandin û li şûna wan malbatên niştedagîr ên çekdarên ji gundewarê Humsê bi cî kirin.

Di Mijdara sala 2019’an de raporteke Afrinpostê ragihand ku “El-Xalidî” Turkmen e. Li Mîdanekbesê her tiştekî kontrol dike. Destpêkê yê bi navê “Selîl” xwedî 6 seriyên hêştir(deve) bû, piştî ku dest bi dizî û talaniyê kir, rewşa wî ya madî baş bû.

Piştî ku derdora 50 hektar ji erdên çandiniyê li dorhêla bajarokê desteser kir, niha karûbarên çandiniyê li bajarokê birêve dibe.

Related posts