Niştedagîr berhema Simaqê li gundê Derwîş ê navçeya Raco dizîn

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ku bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, û xwediyên wan ji niştedagîrên ji gundewarê Şamê, Hums, Hema, Heleb, Dêra Zorê û ji bilî wan di talankirina xêr û bêrên herêma Efrînê ya dagirkirî de berdewam in.

Herî dawî talanî û diziya berhemên Simaqê yên şêniyên Kurd li pêş e. Çekdarên milîsên Îslamî li seraserî herêma Efrînê zeviyên Simaqê yên Kurdan talan dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Raco ragihand ku niştedagîrên li gundê Derwîş, berhemên Simaqê bi serbestî talan dikin û ti kes nikare rê li pêşiya wan bigire ji ber ku ew niştedagîr ji aliyê çekdaran ve parastî ne û wiha dewam kir;

Diziyên bi vî rengî dagirkeriya Tirkî çavên xwe li ser digire. Êdî rê ji niştedagîran re vedike da ku berhemên Simaqê ku ew jî mîna zeytûnan wek jêdereke debara jiyana şêniyên Kurd, bidizin.

Niştedagîran berhema Simaqê ya welatiyê Kurd bi navê Mihemed Bîlal li gund dizîn. Nûçegihan teqez kir ku bi dehan ji welatiyên Kurd li pêşiya çavên wan Simaqa wan hat dizîn û nikarîn tiştek bikirana.

Girêdayî dizîna berhemên Simaqê li herêmê, çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihandin ku 9’ê Tîrmehê, çekdarên milîsên “Lîwa Semerqend” bi rengekî berfireh berhemên Simaqê yên şêniyên gundên navçeya Bilbilê dizîn.

Related posts