Bi vîdeo … milîsên Îslamî bêtirî 8310 darên zeytûnê yên bêtirî 40 cotkarên Kurd li Şêrawayê şewitandin

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn bi hezaran ji darên zeytûnê yên şêniyên Şêrawayê şewitandin.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê herî kêm 8310 darên zeytûnê yên bêtirî 40 çotkarên Kurd li gundê Birc Qas, Beradê û Kalûtê yê navçeya Şêrawayê şewitîn.

Malpera Afrinpostê navên şêniyên ku darên wan li her sê gundan şewitîn bi dest xistin ku ew jî ev in;

  1. Ehmed Hemade 300 dar
  2. Necîb Hemade 300 dar
  3. Îsmet Hemade 150 dar
  4. Elî Hemade 200 dar
  5. Celal Hemade 200 dar
  6. Hîkmet Hemade 200 dar
  7. Mihemed Ehmed Hisên 1100 dar
  8. Zihnî Xelîl 500 dar
  9. Ehmed Xelîl Hesen 200 dar
  10. Nebî Xelîl Hesen 200 dar
  11. Xelîl Xidro 100 dar
  12. Elo Xidro Elo 200
  13. Ezîz Xidro 100 dar
  14. Ziyade Xidro 200 dar
  15. Fatih Xidro 200 dar
  16. Ehmed Xidro 200 dar
  17. Adil Hesûn 150 dar
  18. Îbrahîm Hesûn 150 dar
  19. Mihemed Hesûn 150 dar
  20. Elo Hesûn 200 dar
  21. Hesen Xelîl 200 dar
  22. Mihemed Elo Elî 200 dar
  23. Îmade Hamid Elî 200 dar
  24. Bedrî Hamid Elî 200
  25. Zekeriya Xelîl Elî 300 dar
  26. Ebdo Mihemed Rehmo 150 dar
  27. Hesen Ebdo Rehmo 200 dar
  28. Elî Ebdo Rehmo 125 dar
  29. Ezîz Xelîl Hesen 150 dar
  30. Nebo Xelîl Hesen 150 dar
  31. Hesen Xelîl Hesen 200 dar
  32. Xelîl Mihemed Hesen 150 dar
  33. Ehmed Xidro Nasro 200 dar
  34. Ehmed Elî Colo 200 dar
  35. Îsmet Elî Colo 150 dar
  36. Behcet Elî Colo 200 dar
  37. Besrawî Ehmed Nasro 100 dar
  38. Elî Apo 150 dar
  39. Mihemed Ehmed Nasro 60 dar

Her wiha Ferîd Elî Qoşo, Qoşo Elî Qoşo û Xelîl Elî Elî

Şewitandina darên gundên navçeya Şêrawaryê di çarçoveya şewitandina zeviyên bi berhemên sezonî û bi taybet genim û ceh lê zêde şewitandina bi zanabûn a daristan û darên zeytûnê berdewam e.

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî di çarçoveya astengkirina Kurdan li herêma Efrînê bi mebest û zanabûn erd û zeviyan dişewitînin. Armanc ew e ku kurdan ji herêmê bidin koçberkirin û guhertina demografîk pêk bînin.

Related posts