Li Efrînê niştedagîr û milîsên Îslamî ji ber ku melayekî Kurd bangî danûstandina baş kir gef lê xwarin

AFRINPOST-Taybet

Çavkaniyeke taybet ji Afrinpostê re ragihandin ku roja Înê 10’ê Tîrmehê melayê mizgefta Ûsame Bin Zeyd li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê di nava xîtaba xwe ya olî de bangî danûstandina baş kir.

Mela bi navê Şêx Emîn e di nava gotara xwe ya roja Înê de bangî danûstandina baş kir, hinek niştedagîran ji dersa wî ya olî bi hêrs bûn û êrîşî wî kirin.

Şêx Emîn ji gundê Qenterê yê navçeya Mabeta ye.

Niştedagîran şêxê Kurd bi gawiriyê tawanbar kir tevî ku naveroka xîtaba Şêx Emîn derbarê perwerdeya û zanabûna olî de bû ku bangî danûstandina baş, wekhevî û dilovaniyê li nava mirovan bê cudahiya nijad, reng û neteweyê kir.

Kesên ji xîtaba şêx ne razî mizgeft dorpêç kirin piştî ku şêx ji mizgeftê derket, êrîşî wî kir û bi tundî lêdan.

Tiştê balkêş ku xîtaba melayan ji aliyê istixbarata dagirkeriya Tirkî ve amade tê û di çarçoveya spîkirina dagirkeriya Tirkî de tê. Û tevî wê niştedagîr ji melayên Kurd û ne jî ji tevahiya sivîlên Kurd hez dikin.rû

Ev ne bûyera yekê ye û ne jî ya dawî ye ku niştedagîr bi serê Kurdan li Efrînê dikin.

Related posts