Çalakvanên Efrînê Kurdên li Efrînê mane, li ser firotina mal û milkên xwe bo niştedagîran şiyar dikin

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn li ser mayîndekirina niştedagîran li herêma Efrînê dixebitin ku bi wan xanî û erdên çandiniyê dikirin.

Niştedagîr li Efrînê xanî, şiqe û erdên çandiniyê bi şêweyekî zêde dikirin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku yê bi navê Mihemed Betal şiqeyên niştecihiyê difiroşe niştedagîran û wiha dewam kir; Mihemed li gel dagirkeriyta Tirkî dixebite û destekê dide mayîna niştedagîran li Efrînê.

Nûçegihan destnîşan kir ku duh Mihemed Betal  li Cindirêsê şiqeyek li kolana 16 dûrî firinê bi 100 M bi 9000$ firot niştedagîrekî çekdar ji Helebê ku li gel milîsên Ehrar El-Şam dixebite.

Mihemed berê karê avanîsaziyê dikir. Ji ber wî avanî lê kir, şiqeyên wê difiroşe niştedagîran.

Di vê derbarê de çalakvanên Efrînê şiyarî dan şêniyan ku firotina xanî û şiqeyan bo niştedagîran mayîndekirina wan li Efrînê xurt dike.

Related posts