Hin jinên niştedagîr di teqandina dikaneke welatiyekî Kurd li dorhêla çerxerêya Kawa de bi bin ketin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, di pêkanîna teqînan de bi kar tînin. Rewşa jinê ya taybet ango cil û bergên wê yên reş ku tiştek di binê cilan de xuya nakin dixin bin xizmeta xwe û teqînan pêk tînin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê roja Çarşemê saet 12:00 li bajarê Efrînê ragihand ku 2 jin sergirtî derbasî dikanekê li dorhêla çerxerêya Kawa bûn û wiha dewam kir;

Her du jinan hewl dan ku xwediyê dikanê mijûl bikin û berî ku ji dikanê derkevin, tûrekî reş danî bin rkursiyeke dikanê û piştî derbasbûna 10 deqeyan karkerekî ew tûr di bin kursiyê de dît, xwediyê dikanê agahdar kirk u dengek ji hundir tûr tê û demak ku tûr vekir, teqemenî dît û ji dikanê derket û çekdar agahdar kirin.

Piştre ekîbekî endezeyê yê dagirkeriyê Tirkî hat tûr birin û çûn. Di dîmenên ku bi rêya kamereyên çavdêriyê de hatibûn girtin diyar bû ku jina amûrê kontrolakirina teqemeniyê di dest de bû nikarî biteqanda û bi vî rengî xwediyê dikanê û karkerên wê ji teqîneke mezin xilas bûn.

Related posts