AFRINPOST-Taybet
Çekdarên milîsên Îslamî di astengkirina Kurdên li Efrînê de berdewam in.
Li dorhêla gola Meydankê çekdar nêçîrvanan asteng dikin, hewl didin bi rêyekê bacan li ser wan bisepînin û pereyan bidest bixin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şera li gel nêçîrvanekî masiyan ku nexwest navê xwe aşkere bike da ku çekdar wî nerevînin, peywendî kir.
Nêçîrvanê masiyan ji nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdar rojane bi armanca şantajkirin û arandina şêniyan tên gola Meydankê û wiha dewam kir;
Gola Meydankê cihê kesên xizan û feqîr in ku nêçîrvan debara jiyana xwe li wir pêk tînin.
Duh ez li nêçîrê bûm, bi dehan ji çekdarên Rîcal El-Herb hatib wir. Çekdar bi rêya arandina nêçîrvanan dikin da ku pirsgirêkekê peyda bike ku ji wan re bibe bihane ku wî talan bikin.
Di wê derbarê de nêçîrvan got ku duh buyer bi kalemêrekî re çêbû. Çekdarekî rê li ber niklokê wî yê nêçîrvaniyê girt, nêçîrvanê kalemêr bêdeng nema. Piştre çekdaran ew bir navenda xwe ya li nêzîkî golê û piştî ku 15 hezar lîreyên Sûrî ji nêçîrvan talan kirin ew berdan.
Nêçîrvan got ku çekdar birçî ne ji ber wê rewşên bi vî rengî rojane dubare dibin. Êdî şantajkirina nêçîrvanan ji çekdaran re bû dahate.