AFRINPOST-Taybet
Dagirkeriya Tirkî û çekdarên milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn li herêma Efrînê ya dagirkirî di astengkirina şêniyan de bi hemû rê û rêbazan de dewam dikin. Çekdar bi tawan û bihaneyên çêkirî welatiyên Kurd direvînin û piştre fidyeyên malî yên mezin ji xwediyên wan dixwazin.
Di vê çarçoveyê de milîsên “polîsên leşkerî” li ser daxwaza istixbarata Tirkî li navçeya Mabeta roja Sêşemê 7’ê Tîrmehê, 3 ciwan ji gundê Çolaqa yê navçeya Cindirêsê revandin û birin navenda navçeyê. Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, milîsan ew bi tawana ku berê li gel saziyên rêveberiya xweser kar dikirin, bi armanca şantajkirina madî revandin.
Ciwanên ku hatin revandin ev in;
– Mihemed Osman kurê Mecîd – Mihemed Reşo kurê Ferîd – Ebid El-Ruhman Osman kurê Xelîl
Li gundê Qestela Xidiriya jî yê navçeya Bilbilê, 3 çekdarên “Firqeya Sultan Mûrad” ku gund dagir kirine, roja Çarşemê 8’ê Tîrmehê, li çekdarekî bi navê Ehmed Elo bin Ebid El-Ezîz ji şêniyên gund e ku qaşo polîs e, bi giranî lê dan û çeka wî bi zorê jê bir.
Bi bihaneya ku ava vexwarinê nedaye navendê wisa li wî da, piştre radestî milîsên polîsên leşkerî kir. Tevî wê jî ti biryareke qanûnî derheqê çekdarên ku êrîşî wî kirin de nehat girtin û heta niha Ehmed li bajaroka Bilbilê girtî ye.
Girêdayî wê yê bi navê Ebû Silêman ku berpirsyarê ewlehî yê milîsên “Ceyş El-Ehfad” e û gundê Hesen Dêra yê navçeya Bilbilê dagir kirine, roja Çarşemê bi tundî li xortekî Kurd bi navê Selîm Seydo Hemze bi bihaneya ku di mala wî de çek dîtine, dan.
Tiştê balkêş ku di nava her du salên borî de bêtirî çend caran malên welatiyê Kurd hatin venêrîn(teftîş), wê demê çawa welatiyên Kurd dê çekan di malên xwe bihêlin.
Yê bi navê Ebû Silêman welatiyên Kurd asteng dike, bi şêweyekî xerab bi wan re dide û distîne her wiha bi bihaneya rîtûelên olî, rê nade şêniyên gund ku şahiyên qelend û dawetan li dar bixin.