Milîsên “Polîsên Leşkerî” 4 jinên niştedagîr bi tawana laşfiroşiyê bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên ”Polîsên Leşkerî” duh roja Duşemê li taxa Zîdiyê ya bajarê Efrîna dagirkirî bi ser malekê de girt û 4 jinên niştedagîr ên Idlibî bi tawana vekirina kerxaneyê û bikaranîna laşfiroşiyê, bin çav kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku ew her jinên binçavkirî beriya wê bi demekê bi heman tawanê hatibûn binçavkirin û ji ber ku millîsên “Cebha El-Şamiyê” piştgiriya wan dikin, hatin berdan.

Di dema ku milîsên Îslamî piştgirî û kerxaneyan bi armanca bidestxistina pereyan destek dikin, hêjî hejmarek ji jinên Efrînî li ba çekdarên milîsên Îslamî girtî ne. Li ba her milîsine bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, girtîgehên wê yên taybet hene, tê de hemû cureyên îşkence û binpêkirinên dermirovî derheqê sivîlên Kurd de dikin.

Related posts