AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê agahdar bû ku jineke niştedagîr ku rûyê xwe bi pacê reş digire, roja Duşemê li kolana Tilel a taxa Efrîna Kevn tûrek wek emanet radestî xwediyê marketa Nofotê kir.
Pişter diyar bû ku di tûr de teqemenî hebû.
Nûçegihan diyar kir ku xwediyê marketê(dikan) niştedagîrekî ji Helebê ye. Piştî ku li tûr venêrî, dît ku ew teqemenî ye û rasterast telefonî “polîsên leşkerî” kir ku hat li gel ekîbekî endezyarî teqemenî ji hev kir. Piştre “polîsên leşkerî” niştedagîrê Helebî girt û bir navenda xwe û lêpirsîn pê re vekirin.
Lê belê piştî ku “polîsên leşkerî” li kamereya çavdêriyê ya marketê meyze kirin diyar bû ku jinekê tûrê teqemeniyê radestî xwediyê marketê kiriye. Li ser vê bingehê û piştî 3 saet ji lêpirsînê derbas bûn, xwediyê marketê hat berdan.
Nûçegihan teqez kir ku milîsan niştedagîr neçar kir ku 100$ bi bihaneya jihevkirina teqemeniyê bide.
Li herêma Efrînê piraniya teqînan di çarçoveya tesfiyakirina milîsan xwe bi xwe de li ser dizî, talanî, serwerî û desteserkirinê de tên.