AFRINPOST-Taybet
Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrîna dagirkirî, mezarê Şêx Rekab ê Êzdî li gundê Şadêrê bi armanca lêgerîna li zêr, defîne û parçeyên dîrokî kolan û vedan. Her wiha her tiştê girêdayî ola Êzdî û olên herêmê ji holê rakirin.
Malpera Afrinpost wêneyek ji hundirê mezarê şêx Rekab bi dest xist tê diyar dibe ku çawa çekdar mezarê bi armanca lêgerîna li zêr û defîneyan dikolin û vedidin.
Ev ne mezarê yekemîn ê Kurdên Êzdî ye ku dagirkeriya Tirkî dirûxîne ku beriya wê mezarê Şêx Elî li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa li başûrê Efrînê kolan û xera kir.
Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî her şûnwar û nîşaneyên girêdayî Kurdan li Efrînê ku hebûna wan a dîrokî dinimîne, dirûxîne.
Di vê derbarê de nivîskarê Êzdî Silêman Cafer ku koçberekî Efrînî li Şehba ye, ji Afrinpostê re axivî û ev tişt anî ziman;
Di mezarê Şêx Rekab de gora Êzdiyekî pîroz heye. Dîroka gorê li herêmê vedigere beriya serdema Îslamê.
Cafer destnîşan kir ku armanc ji rûxandina mezaran ew e ku dewleta Tirkî dîrokeke berevajî ya herêmê nîşan bide her wiha bidin zanîn ku herêm vedigere bavpîrên Tirkan ango Osmaniyan lê zêde hewl didin ku rengê Îslametiyê li mezarên Êzdî bikin ku li ser deriyê mezarê Şêx Rekab gotineke Îslamî nivîsandin: “La Îlaha Îlal lah Muhamed Resûlel lah”.
Rêveberê saziya Êzdîna 16’ê Nîsana borî li gel Afrinpostê axivîbû û wiha gotibû:
“Nasnameya Êzdiyan a Olî û Nijadî li Efrînê bi zanabûn tê armancgirtin. ”