Milîsên dagirkeriyê kablo û transformerên elektirîkê yên gelek gundên Efrînê dizîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, di diziya binesaziya bajêr wek tore û transformerên elektirîkê li tevahî gundewarê Efrînê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarên dagirkeriya Tirkî kabloyên elektirîkê yên ku şirketên Tirkî li herêma Efrînê di bin erdê re dirêj kirine, dizîn.

Çekdaran peyarê li taxa Efrîna Kevn ji cem xwaringeha Omerî kolan û kabloyên elektirîkê derxistin ku weke madeya baqir li sûkan bifiroşin.

Li gorî nûçeyan tê pêşbînkirin ku şirketa elektirîkê dê 20’ Tîrmehê elektirîkê ji Tirkiyê derbasî herêma Efrînê bike.

Ji ber vê yekê qaşo meclisa navxweyî ya Efrînê 5 karker anîn da ku kabloyên kevn ji ser stûnên textî li gundê Birc Ebdalo, Xezawiyê, Şadêrê, Îska û gundên dorhêla wê vekin da ku toreyên elektirîkê yên Tirkî pêxin.

Ji aliyekî din ve niştedagîr jî transformerên elektirîkê ji tevahiya gundên Efrînê vedikin û difiroşin şirketa elektirîkê li Efrînê. Şirketên Tirkî jî di girêdana Efrînê û navçeyên wê bi toreyên elektirîkê yên Tirkî berdewam in. Beriya wê qada perwerde, komunîkasyon û aboriyê bi eyaleta Hatayê ve girê dan.

Heta niha dizîna transformerên elektirîkê yên van gundan hatine belgekirin ky ew jî wiha ne; Keferşîl, Maratê, Şêxûrzê, Qûta, Kotana, Qizilbaşa, Çema, Mîdan Ekbes, Xilalka, Bablît, Kokebê, Qurbê, Qicûma, Gûrda û Feqîra û ji bilî wan ji gundên din. Niştedagîran ji van gundan transformer vekirin û li Efrînê firotin şirketa elektirîkê.

Related posts