Rûbirûbûna Misrê bi Tirkiyê re dihêle ku dagirkerî bêtir çekdaran ji Efrînê bikişîne Lîbya

AFRINPOST-Taybet

Duh roja Yekşemê 60 çekdarên ji milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî”  berê xwe ji Efrînê dan Lîbya.

Bi taybet piştî daxuyaniyên Misrî li dijî çavbirçîtiya dagirkeriya Tirkî li Lîbya, çekdar zêde ji Efrînê diçin Lîbya.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Cindirêsê ragihand ku 60 çekdarên Îslamî ji taxa 16 a bajarokê Cindirêsê berê xwe dan Lîbya û wiha dewam kir;

Çekdar ên milîsên “Ehrar El-Şam” û  “Lîwa El-Farûq” bû.

Nûçegihan destnîşan kir ku meha Hezîranê hejmareke mezin ji çekdaran ji navçeya Cindirêsê çûn Lîbya.

Li gorî nûçegihan şandina zêde ya çekdaran bo Lîbya nîşan dide ku rûbirûbûna artêşa Misrî bi hêzên dagirkeriyê li Lîbya re nêz maye û bi taybet şandina çekdaran piştî gefxwarinên Misrî û binavkirina bajarê Sêrt û Cefre weke xetên sor ji aliyê Misrê ve.

Beriya wê jî çekdarên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn dîmenên xwe ku çawa li gel hêzên hikûmeta Wîfaqa Lîbî şer dikin, belav kiribûn.

Related posts